Fetwayen Kurdi
Ma kirîna tiştekî bi rêya muzayedê durist e?

Ma kirîna tiştekî bi rêya muzayedê durist e?

Pirs: Di întenetê de hin malper hene ku bi rêya muzayedê malên xwe difiroşin. Wekî mînak, ji wan malperan di yekê de ji bo her teklîfeke nû qîmeta mal qirûş bi qirûş zêde dibe. Encax, da ku mirov bikaribe teklîfê bide, divê ji malperê mafê teklîfkirinê were kirîn. Em dizanin ku hin caran mal nêzî qîmeta xwe hin caran jî pir kêmî qîmeta xwe tê firotin. Pirsa min, kirînek bi vî rengî caiz e yan na?

Bersiv: Ji ber ku teklîfdayina ji bo kirîna malekî nabe ku biheq be, dayin û stendina pereyan bi vê meqsedê batil e. Kesê/n ku behsa wan hat kirin û li ser înternetê malan difiroşin, meqseda wan a bingehîn ku bi vê rêyê pereyan qezenc bikin. Ji bo vê jî da ku bala mirovan bêhtir bikişînin, divê azîneyekê bikar bînin. Azîneya ku we behsa wê kir, batil e. Ango kirîna li gorî wê azîneyê ne caiz e.

Lewra Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Di navbera xwe de malên hev bi neheqî nexwin, lê belê ji bazirganiyeke ku we bi dilê xwe li hev kiribe hûn dikarin bixwin. Xwe nekujin; Bêguman Xwedê teqez ji bo we pir birehm e.”[1]



[1] Nîsa, 4/29.