Fetwayen Kurdi
Hukmê kirîna malên qaçax çi ye?

Hukmê kirîna malên qaçax çi ye?

Pirs: Seyda, ma kirîna malên qaçax li ser meselê kirîna telefoneke qaçax guneh e?

Bersiv: Beriya her tiştî kirîna malekî qaçax, ne qanûnî ye. Bi kirineke wiha, hem xwe hem jî xeyrê xwe, hûn dixin rewşeke ne baş. Divê li vê mijarê ji aliyê mafê mirov ve, lê were mêzekirin. Li aliyê din, îro bi sîstemên ji aliyê saziyên bi vî karî re mijûl in, dikarin telefona qaçax ya we kiriye îptal bikin û ew telefon neyê xebitandin/bikaranîn.

Kirîna malekî qaçax, dibe sedema ku qaçaxçî malên zêdetir daxe bazarê û dibe sebebê zirarên giran ji bo bazirganên ku bi duristî kar dikin. Bi vî awayî, ev qezenc dibe qezenca bi rêya neheqiyê.