Fetwayen Kurdi
Ez dixwazim wesayitekê bikirim, da ku nekevim faîzê divê ez kîjan rêyê bişopînim?

Ez dixwazim wesayitekê bikirim, da ku nekevim faîzê divê ez kîjan rêyê bişopînim?

Pirs: Bê ku ez têkevim muamela faîzê, dixwazim wesayitekê bikirim. 10 hezar lîre pereyê min heye, lê belê wesayit bi 30 hezarî ye. Ji Bankên Beşdar, bê ku têkevim muamela faîzê bi çi awayî ez dikarim îstifade bikim? Ji bo kirîna wesayitekê ez dikarim bi wan re peymana 20 hezarî çêbikim? Di vê rewşê de nisbeta kara ku dê ji min bixwazin eger ji faîza bankê pirtir be hukmê wê çi ye? Li aliyê din, dibe ku wesayit ne li ser navê bankê, belbî li ser navê min bê qeydkirin? Bi vî halî, ma ev muamele nabe mîna muameleyên bankên bi faîz dixebitin? Bi kurtasî, da ku ez nekevim faîzê, divê ez kîjan rêyê bişopînim?

Bersiv: Ya yekem: Ji saziyek finansê bi azîna leasingê yan jî ji şirketeke leasingê hûn dikarin bikirin.

Ya duyem: Bi saziyeke finansê bi rêya murabehê (li ser esasê karkirinê/firotina bi kar) hûn dikarin peymanekê çêbikin. Di vê rewşê de eger Banka Beşdar, mulkiyeta mal derbasî ser navê xwe neke/li ser navê xwe qeyd neke, ji aliyê fiqhî ve pirsgirêk e û li hukmê peymanê bandor dike. Vê pirsgirêkê, di navbera xwe de bi rêya “peymana firotinê ya taybet” hûn dikarin bi wan bidin pejirandin û vê mehzûrê ji meydanê rakin.

Nisbeta mîqdarê karkirinê, nabe hincet ji bo çûna bankên ku li ser esasê faîzê dixebitin. Tiştê ku dê bê kirin, mirov bi wan re tam bazarê bike, da ku rêjeya kara xwe kêm bikin.

Prof. Dr. Servet Bayındır