Fetwayen Kurdi
Kirîna xaniyan ji TOKİyê gelo caiz e yan na?

Kirîna xaniyan ji TOKİyê gelo caiz e yan na?

Pirs: Di dayina teqsît û deynên TOKİyê de salê du caran di meha yekem û heftemîn de li gorî rêjeya zêdeyiya şeş mehên berê ji meaşê wezîfedaran û li gorî nisbeta ÜFE û TÜFEyê, bi rêjeya herî kêm zem dikin. Li gorî vê projeyê (grûba yên dexlên wan kêm in), kirîna xanî ji TOKİyê caiz e yan na?

Bersiv: Li gorî agahiyên ku we da, dibe ku TOKİ di vê projeyê de dixwaze xwe li hember enflasyonê biparêze. Di fiqha Îslamî de stendina ferqa enflasyonê di deynan de caiz e. Ji ber vê yekê hûn dikarin bi vê rêyê xanî ji TOKİ’yê bikirin.

Deyndar û deyndêr di mijara ku dê zêdeyî sirf li gorî nisbeta enflasyonê be, dikarin li hev bikin (peymanê çêkin). Û zêdeyî ya di ser vê rêjeyê de dibe faîz. Li ser vê mijarê di malpera me de nivîseke bi sernavê “İslam Fıkhı Açısından Borçlanmalarda Enflasyon Farkı/Ji aliyê Fiqha Îslamî ve Di Deynan De Ferqa Enflasyonê” heye, hûn dikarin lê binihêrin. Nivîs di lînka jêr de ye:

http://www.suleymaniyevakfi.org/islam-iktisadi/islam-fikhi-acisindan-borclanmalarda-enflasyon-farki.html

Nîşe: Ev bersiv, çawa ku li jor di pirsê de derbas bû, ji bo beşa ku dahatiyên wan kêm in û TOKİ bi rêjeya enflasyonê zemê dike re hatiye dayin û nabe bersiv ji bo projeyên wê yên din.