Fetwayen Kurdi
Ma kişandina cixarê, desmêjê dişikîne?

Ma kişandina cixarê, desmêjê dişikîne?

Pirs: Gelo kişandina cixarê dibe sedem ji bo şikandina desmêjê yan na?

Bersiv: Tiştên ku desmêjê dişikînin di sûreyê Maîde de wiha hatine rêzkirin: “Eger hûn nexweş bin yan rêwî bin yan yek ji we ji avrêjê hatibe yan jî hûn hinguftbin jinan û we av nedîtibe, wê çaxê bi axeke paqij teyemumê bigirin; rûyê xwe û destên xwe bi axê mesih bikin.”[1]

Ji ber vê yêkê desmêj, bi derketina tiştekî ji laşê mirov ji yên ku li qedemgehê tên kirin dişikê, ne bi xwarin û vexwarina tiştekî. Yanî desmêj bi kişandina cixarê, destdayin û vexwarina mey (şerab) û tiştên din ên ku heram in naşikê. Ev tişt, her çiqas heram bin jî lê belê nabin sedem ji bo şikandina desmêjê. Encax divê neyê ji bîr kirin ku fermana Xwedê Teala ne bi tenê nevexwarina meyê ye. Belbî bi dûrketina ji wê ye. Lewra Xwedê Teala di sûreyê Maîde de wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Bêguman mey (şerab), qumar, peykerên çikandî û falên bi zar pîs in, ji karê şeytên in. Nexwe xwe ji wan dûr bigirin, da ku hûn serfiraz bibin.”[2]



[1] Maîde, 5/6.

[2] Maîde, 5/90.