Fetwayen Kurdi
Ma meriv dikare li piyan mîz bike?

Ma meriv dikare li piyan mîz bike?

Pirs: Hukmê mîzkirina li ser pîyan –ji piya- çi ye? Û di derbarê wê de gelo tu hedîsên Pêxember (s.a.w) hene yan na? Eger hebe dereceya wê ji rastiyê çi ye?

Bersiv: Di çavkaniyên sehîh ên hedîsê de hedîsek ku mîzkirina ji piya qedexe bike tune ye. Di dema mîzkirinê de mirov rûdinê, da ku pîsîtî nepejiqe mirov. Pêxember (s.a.w) pirê caran rûniştî kiriye û ya sunet jî ev e. Lê belê hin caran jî li ser pîyan mîz kiriye. Hedîseke wiha ye: Ebû Mûsa (x.j.q) dibêje ku: Rojekê ez bi Qasidê Xwedê Teala re bûm, ji bo destava biçûk xwest ku derkeve avrêjê, yekser çû binê dîwarekî ku ax û xîz lê hene û îhtiyaciya xwe li vir dît, piştre wiha ferman kir; “Dema yekî ji ve xwest ku desmêja xwe ya biçûk bişikîne bila li cîhekî munasib bigere û bişikîne.”[1]

Di mezhebê Henbelî de mîzkirina li ser pîyan mubah e. Li gorî mezhebê Malikî, eger îhtimala pejiqandinê mîzê tune be caiz e û eger hebe mekrûh e. Piraniya zanyaran dibêjin ku: “Mîzkirina li ser pîyan û bê sebeb mekrûh e. Lê belê ew kerahet, keraheta tenzîhî ye.” Îmam Newewî û nivîskarê pirtûka Bezlul-Mechûd dibêjin ku ew nerîna mezhebê Henefî ye jî.[2]

Di encamê de her çiqas mîzkirina li piya dibe sedem ji bo hin nexweşiyan jî ji bo hukmê wê mirov dikare encax bibêje ku mekrûh e. Lewra hin caran be jî Pêxember (s.a.w) li ser piyan mîz kiriye.



[1] Ebû Dawûd, Teharet, 2.

[2] Bnh. Sünen-i Ebu Davud Terceme ve Şerhi, amadekar: Necati Yeniel, Hüseyin Kayapınar, Weşanxana Şamil, Stenbol 1989, Teharet, 12., şîroveya hedîsa 23.