Fetwayen Kurdi
Kişandina ultrason, rontgen û tomografiyê rojiyê dişkîne?

Kişandina ultrason, rontgen û tomografiyê rojiyê dişkîne?

Pirs: Ultrason, rontgen, tomografî, MR û hwd. ji tetkîkên bijişkî rojiyê betal dike?

Bersiv: Yek ji van jî rojiyê betal nake, naşkîne. Lê belê hin fîlmên rontgen û tomografiyê bi îlac tên kişandin. Ango beriya kişandina fîlm bi rêya damaran hin îlac tên dayîn. Heke ev derman ne bi tenê; digel serûmê werin dayin rojî dişkê. Lê belê eger ne bi xwînavê re; bi tenê derman werin dayin (bi sedema ku taybetmendiya xwedîkirinê tê de tuneye) rojiyê naşkîne. (Jêder: Zeki Bayraktar, “Oruçlu Hastalar İçin Bazı Tıbbi Öneriler”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Temmuz-Eylül 2015, Jimar: 10, rp: 22.)