Fetwayen Kurdi
Ma caiz e ku mirov di xew de berê lingên xwe bide aliyê qibleyê?

Ma caiz e ku mirov di xew de berê lingên xwe bide aliyê qibleyê?

Pirs: Nivîna zaroka min, encax bi awayê ku berê lingan were aliyê qibleyê, bi cî dibe. Wekî din bi cî nabe. Ji neçarî, berê lingan dikeve aliyê qibleyê. Ma dirêjkirina lingan bi vî awayî caiz e? Em ne ji xemsariya xwe dikin, ez li ber vê yekê dikevim, lêbelê nikarim bi cî bikim. Ji kerema xwe re hûn dikarin min di vê mijarê de agahdar bikin?

Bersiv: Ji bilî nimêjê, çi rûniştî, çi di xew de çi jî di dema dirêjkirinê de tu nesseke ku berîdana bi aliyê qibleyê ferman an jî qedexe bike tuneye. Lêbelê alimên hizir kirine ev bêrêzî ye, gotine ku ev helwest mekrûh e. Ji ber vê yekê dibêjin ku serê mirov li aliyê qibleyê be munasib e.