Fetwayen Kurdi
Ma dayika me ‘Eyşeyê, piştî wefata Pêxemberê me careke din zewiciye?

Ma dayika me ‘Eyşeyê, piştî wefata Pêxemberê me careke din zewiciye?

Pirs: Ma dayika me ‘Eyşeyê, piştî wefata Pêxemberê me careke din zewiciye? Piştî Pêxemberê me bi çiqasî miriye?

Bersiv: Li gorî hukmê Qur’anê zewaca xanimên Pêxember bi hinên din re qedexe ye. Ji lewre dayima me ‘Eyşeyê jî, piştî wefata Pêxemberê me bi kesekî din re nezewiciye.

‘Eyşeyê, piştî wefata Pêxemberê me çil û heft salan jiyaye û di 17ê meha Remezanê ji sala 58an (14ê Tîrmehê sala 678an) şeva Çarşemê, piştî ku nimêja xwe ya witir kiriye li Medîneyê çûye ber rehma Xwedê. (Mustafa Fayda,  “Aişe”,  Ansîklopediya Îslamî ya Dîyanetê,  c:  2,  rp: 202)