Fetwayen Kurdi
Ma dayin xeracê jî mîna stendina wê heram e?

Ma dayin xeracê jî mîna stendina wê heram e?

Pirs: Hukmê dayina xeracê -di rewşên mecbûrî de- di dîn de çi ye? Ma dayin xeracê jî mîna stendina wê heram e?

Bersiv: Xerac, ku mirov bi neheqî û bi darê zorê malê yekî din jê bistîne. Ew, gunehekî mezin e.

Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

Gelî bawermendan! Di navbera xwe de malên hev bi neheqî nexwin, lê belê ji bazirganiyeke ku we bi dilê xwe li hev kiribe hûn dikarin bixwin.”(Nîsa, 4/29)

‘Ebdullahê kurê ‘Emr gotiye ku min ev gotin ji Pêxemberê me bihîstiye:

Kesê di ber parastina malê xwe de bê kuştin, şehîd e.” (Buxarî,  Mezalim,  34; Muslim,  Îman,  62).

Divê mirov di ber parastina malê xwe de –heta ji dest bê– xîretê nîşan bide û malê xwe biparêze. Heke mirov xeracê bide her kesê ku dixwaze vê yekê lê dike û giliyê kesên dixwazin bi darê zorê malê wî jê bistînin li merciyên têkildar neke, di vê rewşê de ew jî dikeve bin webal û gunehê bêdengiya li hemberî xerayibê.