Fetwayen Kurdi
Ma gotina “rediyellehu anh” ji bo sehabiyan bid‘t e?

Ma gotina “rediyellehu anh” ji bo sehabiyan bid‘t e?

Pirs:  Ma hevoka “rediyellehu anh” ya ku em ji bo sehabiyan dibêjin bid‘et e?

Bersiv: Xwedê Teala di der barê başî û qenciya sehabiyên qîmetdar de wiha ferman kiriye:

Ji muhacir û ensariyan ên pêşî û ew ên ku bi rindî dane pey wan, Xwedê ji wan razî bûye û ew jî ji Xwedê razî bûne. Xwedê ji bo wan bihiştên wisa amade kirine ku di bin wan re çem diherikin û heta bi hetayê ew ê li wan bimînin. Serkeftin û rizgariya mezin ha ev e.”(Tewbe, 9/100)

Ha ji ber vê yekê ye ku dema behsa yekî ji wan tê kirin, em dibêjin “rediyellahu anh = Xwedê jê razî be.”

Li aliyê din hatiye ragihandin ku Pêxemberê me wiha kerem kiriye:

اذْكُرُوا مَحَاسِنَ مَوْتَاكُمْ وَكُفُّوا عَنْ مَسَاوِئِهِمْ

Qala başiyên miriyên xwe bikin, nehêlin ku behsa xerabiyên wan bê kirin.” (Ebû Dawûd,  Edeb,  50; Tirmizî,  Cenaiz,  34.)

Wekî ku diyar bû, ev ne bid‘et e.

Em dixwazin vê yekê jî dibîr bînin:

Ji bo sehabiyan mêr “rediyellahu anh”, sehabiyên jin “rediyellahu anha”, ji bo yên ku hem ew hem jî bavê wî Misilman e ango ji bodu sehabiyan  “rediyellahu anhuma”, ji bo sehabiyên ku ji duduyan pirtir in jî “rediyellahu anhum” tê gotin.

Wekî mînak:

Ebû Bekir rediyellahu anh.

Xedîce rediyellahu anha.

‘Ebdullahê kurê ‘Umer rediyellahu anhuma.

Ebû Bekir, ‘Umer û ‘Elî rediyellahu anhum.