Fetwayen Kurdi
Ma caiz e ku mirov kêlikên bi wêne çêbike yan jî bide çêkirin

Ma caiz e ku mirov kêlikên bi wêne çêbike yan jî bide çêkirin

Pirs: Ma caiz e ku mirov kêlikên bi wêne çêbike yan jî bide çêkirin?

Bersiv: Ji aliyê dînî ve ev kar, ne caiz e. Ya bingehîn ku gor sade, ne bilind be û qederulîmkan xwe ji îsrafê dûr bigire. Mebesta esasî ji gorê ku mirov jê îbretê bigire, bibîr bîne ku jiyana dinyayê ne mayinde ye û cihê îmtihanê ye.

Di riwayetekê de (Binihêrin. Muslim, Cenaiz, 93 (969); Ahmed kurê Henbel, Musned 2/141) hatiye ragihandin ku Pêxemberê me (s.a.w) gorên bi kevirên bilind hatine avakirin, bilindahiyên wan daye hilweşandin.

Riwayeteke ji ‘Aîşeyê (x.j.q) hatiye ragihandin wiha ye:

“Qasidê Xwedê wiha got: ‘Laneta Xwedê li Cihû û Filehan be! Wan, gorên pêxemberên xwe, kirin mizgeft.’ ‘Aîşeyê (x.j.q) (piştî ku riwayet neqil kir) got ku: ‘Eger ne ji vê tirsê bûya, dê gora Pêxember bi awayê ku ji derve diyarbûya bihata avakirin.”[1]

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=3861

Avakirina goran bi awayekî hijmetkar û bilind û danîne wêneyan li ser wan, ji bilî ku îsraf e, pêkan e ku hin pirsgirêkên ku pêşî li wan neye girtin, veke. Însan piştî demekê ne bi tenê ji bo gora kesên ku ji wan hez dikin, dê bikevin rewşeke wisa ku bi hev re têkevin pêşwaziyê da ku ji bo kesên ku wan zanayê dînî dizanin û serokên siyasî wêneyên wan ên di ebatên cur bi cur de li ser gora wan deynin. Em dikarin mînakên vê rewşê li derdora xwe bibînin. Di encama vê de, ji dêlva ku goristan bibe cihê bîranîna mirinê û mirov jê îbretê bigire; dê bibe cihê pêşbazî û nîşandanê.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/mezarliklar-nasil-olmali-bir-mezara-sadece-bir-olu-mu-gomulur.html



[1] Buxarî, Cenaiz, 94; Muslim, Mesacid, 19 (529)