Fetwayen Kurdi

Ma caiz e mirov ebûqatiya bankan bike?

Pirs: Ma caiz e mirov ebûqatiya bankan bike da ku pereyên xwe yên ku nikarin tehsîl bikin bi rêya îcrayê bi dest bixin.

Bersiv: Ji xeynî tehsîlkirina pereyên faîzê, mirov dikare ji bo bankan parêzeriyê bike. Lê ji bo tehsîlkirina faîzê ne caiz e ku mirov xizmeteke wiha bike.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Yê ku piştgiriya karekî baş dike, ji wê, behrekê digire; yê ku piştgiriya karekî xerab dike jî ji ber wê  yekê, dikeve bin mesûliyetekê. Yê ku her tiştî dibîne Xwedê ye.” (Nîsa, 4/85)

“Di meseleya fazîletbûn û teqwayê/xwedûrxistina ji şaşiyan de, alîkariya hev bikin, li ser guneh û zêdegaviyê alîkariya hev nekin.” (Maîde, 5/2)