Fetwayen Kurdi

Ma mirov wek jokey bixebite guneh e?

Pirs: Ma guneh e ku mirov wek jokey bişixule?

Bersiv: Di çarçoveya ku mirov bixwaze zarokan, ciwanan û mezinan baştir hînî siwariya hespan bike, tu mehzûr nîne ku mirov wek meslek bibe Jokey û vî karî bike. Bereksê vê wek xêrekê ye. Çimkî Pêxemberê me jî xwedîkirina hespan û siwariyê pêşniyaz kirine.  Lê di pêşbaziyên hesban ên wek qumarê de ku mirov wek jokey kar bike, ev ne caiz e. Çimkî di siwariyên bi vî rengî de “di gunehkirinê de alîkariya hev tê kirin” ku li gorî Qur’anê hatiye qedexekirin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Di meseleya fazîletbûn û teqwayê/xwedûrxistina ji şaşiyan de alîkariya hev bikin, li ser guneh û zêdegaviyê  alîkariya hev nekin. (Maîde, 5/2)

“Gelî bawermendan! Eraq-cureyên tiryakê û cureyên qumarê, peykerên(pûtên) çikandî û piyago, ji karên pîs ên Şeytên in. Xwe ji wan dûr bixin da ku hûn bigihên hêviyên xwe.

Şeytên dixwaze bi cureyên eraq, tiryak û qumarê kîn û dijmînatiyê têxe navbera we û bike ku hûn emrên Xwedê neynîn bîra xwe û ji nimêjê dûr bikevin. Ne êdî hûn ê dev jê berdin, ne wisa?” (Mâîde, 5/90-91)

Ali Rıza Demircan