Fetwayen Kurdi

Ez ajokarê taksiyê me. Ma ji ber muşteriyên min ên ku karên nemeşrû dikin tu mesûliyeta min heye?

Pirs: Ez li Almanyayê wek ajokarê taksiyê dixebitim. Wek tê zanîn em ajokar bi her kesî re muxatab dibin. Em jinên ku şuxlê bêrê/fihûşê dikin, dibin cihê ku lê dixebitin yan jî kesekî dibin cihê bialkol yan jî dibin cihekî ku fihûş lê tê kirin. Ma karê me bi tenê ew e hema mirov muşteriyekî/ê siwar bike û ji cihekî bibe cihekî din û çi dike bila bike em bibêjin me eleqedar nake? Yan jî bi vî awayî ma wek ajokarê taksiyê em jî dibin wesîleya/navbeynkarê heramê? Yanê di nav van şert û mercan de caiz e ku mirov wek ajokarê taksiyê bixebite?

Bersiv: Tevî ku hûn bizanibin muşterî diçe ku, hûn ji kar û emelê wî/wê yê nemeşrû mesûl nabin. Lê heke hûn teqez bizanibin li wî cihê ku dê muşterî biçiyê, karekî nemeşrû tê kirin û muşteriyê we jî bi vê niyetê diçe wir, di vê rewşê de divê mirov alîkariya wî karê nemeşrû neke.

Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

“Yê ku piştgiriya karekî baş dike, ji wê, behrekê digire; yê ku piştgiriya karekî xerab dike jî ji ber wê  yekê dikeve bin mesûliyetekê. Yê ku her tiştî dibîne Xwedê ye.” (Nîsa, 4/85)

 “Di meseleya fazîletbûn û teqwayê/xwedûrxistina ji şaşiyan de alîkariya hev bikin, li ser guneh û zêdegaviyê alîkariya hev nekin. (Maîde, 5/2)

Lê heke alternatîfeke din tune be, qezanca bes ji vî karî, divê mirov li feqîr û hewcedaran belav bike û bi vî awayî vê qezencê ji nav destên xwe derxe.

Doç. Dr. Servet BAYINDIR