Fetwayen Kurdi

Ma tu mehzûra wê heye ku mirov ji wezîfedarên îhaleyan re tiştekî îkram bike?

Pirs: Ma mirov dikare di îhaleyên saziyên fermî de, ji bo xebatkarên wê saziyê, tiştên wek; şekir, çoklata, xwarin û hwd. îkram bike? Tu mehzûra vê heye gelo?

Bersiv: Heke ew îkram beriya îhaleyê bê kirin yan jî di wergirtina îhaleyeke paşê de tesîrê bike, ne caiz e.

Heke piştî îhaleyê îkrameke wiha wek adet û orfekê be, dikare bê kirin. Lê ya herî baş mirov xwe ji tiştên wiha dûr bixe baştir e.

Doç. Dr. Servet BAYINDIR