Fetwayen Kurdi

Ma caiz e mirov ji bo wextekî li cihekî ku eraq lê tê firotin, bixebite?

Pirs: Ez li cihên ku alkol lê tê firotin, wek muzîsyen dixebitim. Ne mimkin e ku ez karekî din bikim û debara mala xwe bikim. Lê ji ber ku dizanim qezenceke wiha heram e, poşman jî dibim. Dema roja axretê Xwedê ji min bipirse, tu li ku dixebitî û te çawa pere qezenc dikir, bersiva ku ez ê bidim aşkere ye. Ya rastî halê malbata min, xweş e û dikare alîkariya min bike. Lê ji ber hin sedeman naxwazin alîkariya min bikin. Gelo divê ez çi bikim. Ji bo vê meseleyê pêşniyaza cenabê te çi ye?

Bersiv: Hewl bide ku tu ji xwe re karekî din peyda bikî. Te gotiye “ne mimkin e.” Lê ne wisa ye. Ger mirov bixwaze, dikare ji xwe re karekî din peyda bike. Hekena roj bi roj dê psîkolojiya te xera bibe û şeytên dê berê te bide cih û karên xerabtir.

Heta peydakirina karekî din, vî karê xwe berdewam bike û pereyê xwe qezenc bike. Ev pereyê ku tu ji vir qezenc dikî jî ji ber “zarûriyetê” li te ne heram e; lê bi şertê ku tu hewl bidî da ku ji xwe re karekî din peyda bikî.