Fetwayen Kurdi

Ma caiz e ku mirov ji xwe re kafeyeke playstationê veke û bi vî awayî debara xwe bike?

Pirs: Cihekî min heye ku tê de lîstikên kompûterê yên wek playstationê têne lîstin. Ez li vir, tiştên wek çay, tost, meşrûbat û xwarin û vexwarinên bi vî rengî difiroşim. Ma li gorî dîn tu mehzûra qezenceke bi vî awayî heye yan na?

Bersiv: Ne caiz e û heram e ku misilmanek bi niyeta ku ciwan zemanê xwe vala derbas bikin, hînî qumarê bibin, û cixareyê bikişînin, salona lîstikê veke. Lê heke bi niyet û armanca ku ciwan beredayî ji xwe re negerin, ji betaliya qehweyan dûr bikevin û qe nebe berê xwe bidin karekî bi xêr,  îşekî wiha dikare wek mezûr bê hesibandin.

Wek te behsê kir, cihekî lîstikê ku berê însanan nede qumar, heram, adetên xerab û xwarin û vexwarinên heram lê neyên firotin, tu mehzûr nîne ku tu karekî wiha bikî.