Fetwayen Kurdi

Hin îhale hene ku beriya îhaleyê tê diyarkirin bê ev îhale dê ji bo kê bê dayîn. Hukmê vî tiştî çi ye?

Pirs: Ma caiz e şert û mercên îhaleyekê bes ji bo fîrmayeke diyar, bên hazirkirin û bi vî awayî rê li ber fîrmayên din bê girtin da ku nikaribin serî lê bidin?

Bersiv: Heke kesê ku îhaleyê dide ew bi xwe xwediyê wî karî be, di vê yekê de tu mehzûr nîne. Dilê wî bi kîjan fîrmayê ve be, dikare bide wê.

Lê kesên ku ji bo dewletê yan jî ji bo şîrketên mezin dixebitin; ji bo ku destê hin kesên din di reqabetê de xurtir bibe, rantek çêbibe û ew jî ji vê rantê behra xwe bigirin, şert û mercên normal ên îhaleyê biguherînin, ev yek ne helal e.

Bi taybet kes an saziyên ku kontrola mal û milkên dewletê di destê wan de ye, divê di vê meseleyê de hesastir bin. Divê ji bîr nekin ku ew, mal û milkê xelkê ye û ew jî wek emanetdar in. Divê ji vî mal û milkî tiştekî ku ne heqê wan be, nexwin û bi awayekî neheq nedin kesekî din jî.