Fetwayen Kurdi

Ma caiz e ku zêrfiroş ji hev zêran kirê bikin?

Pirs: Ez tîcareta zêran dikim. Kirê jî ew tişt e ku mirov ji mal û milkekî îstifade bike û di muqabilê wê de heqekî bide xwediyê wî mal û milkî. Cenabê te di fetwayeke xwe de dibêje, “Kirêcî/kirênişîn nikare malê ku kirê dike, xerc bike. Piştî ku wî malî bi kar tîne teslîmî xwediyê wî dike. Loma malên ku tên xerckirin nikarin wek kirê bên dayîn.” Min jî ji bo ku bi kar bînin, dixwest ji atolyeyan re zêran bidim kirê; lê bi fikra ku heram e min tiştekî wiha nekir. Piştî ku min ev fetwa xwend, serê min tevliheh bû. Ji kerema xwe tu dikarî vê meseleyê zelaltir îzah bikî?

Bersiv: Ew atolyeyên ku tu behsa wan dikî, dê wî zêrî ne wek zînet yan jî ekîbman/alet/makîneyan bi kar bînin ku di çêkirina zêran de lazim in. Bereksê wê dê wî zêrî, têxin şekl û şemalên din û dê biforoşin û bi vî awayî tîcareta wê bikin. Ji ber vê, heke mirov wisa zêran bide atolyeyan him li gorî fiqhê him jî li gorî hiqûqa îro, nikare wek kirêkirin bê hesibandin. Ev dibe wek krediyê û deynekî.

Heke zêr wek wade, di muqabilê menfaetekê de wek deyn (ne ku kirê) bê dayîn, ne caiz e.

Ji bo ferqa kirê û faîzê hûn dikarin serî li van her du lînkan jî bidin.

www.fetva.net/yazili-fetvalar/mulklerden-elde-edilen-kira-geliri-ile-faiz-arasinda-ne-fark-var.html

www.fetva.net/yazili-fetvalar/gayrimenkullerden-elde-edilen-kira-ile-faiz-ayni-seyler-midir.html