Fetwayen Kurdi

Li gorî kîjan şert û qaîdeyan mirov dikare ji zêrfiroşan zêran deyn bike?

Pirs: Ez zêrfiroş im. Hin muşteriyên/bikirên me bi deynê xwe 10 gram zêr ji me dixwazin. Piştî deh rojan fiyetê zêr ê wê rojê çi be, em li gorî wê, wî deynî tehsîl dikin. Ma bi vî awayî rast e, heke ne rast be divê em çawa bikin?

Bersiv: Zêr û pereyên bi vî rengî yan jî tiştekî din ê bi qiymet ku di şûna pereyan de jî tê hesibandin, guherîna van bes dikare wek  pêşîn bê kirin.

Lê heke wek di pirsê de jî tê behskirin, ger muşterî bi deynê xwe 10 gram zêr (yan jî bi qiymeta wê pere) bixwaze, divê jê re; ya eynî wek 10 gram zêr bê dayîn yan jî bi fiyetê wê rojê 10 gram zêr çiqas bike, divê ew qas pere bê dayîn. Lê divê fiyetê zêr ne ku zêrfiroş û muşterî di navbera xwe diyar bikin. Divê Banka Navendî, yan jî saziyeke netewî yan jî navneteweyî fiyetê zêr diyar bikin. Li gorî van saziyan fiyetê zêr çi be, divê zêrfiroş û muşterî jî wê esas qebûl bikin.

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kuyumcudan-altin-satin-alip-parasini-daha-sonra-odemek-caiz-mi.html

Roja ku muşterî hat û deynê xwe bide jî divê ew 10 gram zêr li gorî fiyetê ku wan saziyan diyar kiriye, bê tehsîlkirin.

Bi kurt û kurmancî mirov bes ji bo alîkariyê dikare tiştekî wiha bike. Divê zêrfiroş ji vê yekê, tiştekî qezenc neke. Çimkî heke mirov tiştekî bi deynê xwe bide û ji vî deynî tiştekî qezenc bike ev dibe faîz.

Ji bo agahiyên zêdetir hûn dikarin serî li vê lînkê jî bidin.

https://www.fetwayenkurdi.com/ma-caiz-e-ku-zerfiros-ji-hev-zeran-kire-bikin/

Doç. Dr. Servet BAYINDIR