Fetwayen Kurdi

Li me neheqî hatiye kirin û dest danîne ser mal û milkê me. Ji bo ku em vî mal û milkê xwe cardin bi dest bixin, ma em dikarin ruşwetê/bertîlê bidin?

Pirs: Şaredariyê bi awayekî nehaq dest daniye ser erseya me û wek cihê parkê/şînahiyê bi nav kiriye.  Fîrmayeke înşeatê jî ji bo ku erseya me ji destê wê derxe, serî li şaredariyê da. Şaredarî qebûl dike ku erseya me bide. Lê ji bo vî karî şaredarî ji me ruşwetê dixwaze. Li ser vê yekê, fîrmaya înşeatê jî ji me re got, “Ma hûn dixwazin vî pereyî bidin û erseya xwe cardin bi dest bixin yan jî  bi temamî ev erse ji destê we derkeve?” Niha em wî pereyê ku personelên şaredariyê dixwazin, bidin wan û erseya xwe cardin bi dest bixin, em dikevin gunehan an na?

Bersiv: Ayeta li ser ruşwetê/bertîlê wiha ye:

“Malên hev bi rêyên batil di navbera xwe de nexwin. Tevî ku hûn dizanin hûn ê ji heqiyê dûr bikevin, ji bo xwarina parçeyek ji malê însanan, wê (ruşwetê) nedin rayedaran.”  (Beqere, 2/188)

Ruşwet ji bêjeya “rişa”yê tê. Rişa jî tê maneya “ta.” Ruşwet dişibe wî tiştî ku mirov tayekî bi satilekê ve girê bide û ji bo kişandina avê biavêje nav bîrê. Yê ku ruşwetê digire, wek wê satilê ye. Yê ku ruşwetê dide jî bi vî awayî mal û milkekî ku ne heqê wî ye, bi dest dixe. Li gorî ayetê bi du şertan tiştek dibe ruşwet:

1. Tevî ku mirov bizanibe jî mirov biçe mal û milkê kesekî din bi neheqî bixwe.

2. Ji bo gihaştina vê armancê mirov tiştekî bide rayedaran.

Heke kesek ji bo wergirtina heqê xwe, mal an tiştekî din bide wezîfedaran divê mirov van xalan li ber çavan bigire: Heke ew wezîfedar bêyî ku hêvî û daxwaze tiştekî bike, wezîfeya xwe kiribe, ew tiştê ku digire dibe wek diyarî. Lê heke bi şertê wergirtina tiştekî ku ne heqê wî ye, wezîfeya xwe kiribe, ew mal ji bo wî kesî dibe wek bertîlê lê ji bo kesê ku dide ne wek bertîlê ye.  Çimkî yê ku dide ji bo wergertina heqê xwe, mecbûr maye ku wî malî yan tiştî bide.

Meselen, em bibêjin kesek dixwaze ji xwe re xaniyekî çêbike û ji bo vê jî hemû şert û mercên lazim bi cih anîne. Lê heke tevî vê yekê jî nikaribe ji wê saziyê ruxseta xwe bigire û mecbûr bimîne bertîlê bide, ji bo wî ne heram e, lê ji bo kesê ku wê bertîlê digire heram e. Lê heke her du jî bi niyeta heqê kesekî din bixwin, tiştekî wiha bikin, li her duyan jî heram e.

Li gorî ku hûn dibêjin, bi awayekî  xeyrîmeşrû dest danîne ser erseya we û hûn jî tevî ku ne bi dilê we ye, mecbûr mane ku hûn bertîlê bidin. Ev yek li kesên ku dê wê bertîlê bigirin heram e, lê li we ne heram e.