Fetwayen Kurdi

Ma li gorî hedîsan tîcareta li ser înternetê caiz e ku di vî zemanî de pir berbelav e?

Pirs: Bi qasî ku min ji hedîsên li ser bazirganiyê fêm kiriye, malekî ku ne li ber destê mirov be, mirov nikare wî malî bifiroşe. Lê di roja me de pergaleke bi navê “e- tîcaret”ê heye. Li gorî vê sîstemê, muşteri û firoşkar bêyî ku hev bibînin li ser înternetê wî malî dikirin û difiroşin.  Yanî ne muşterî wî malî dibîne ne jî firoşkar. Her wiha gelek caran jî firoşkar malekî ku li ber destê wî nîne, difiroşe. Ma kirîn û firotineke bi vî rengî caiz e?

Bersiv: Hedîsa ku dibêje firotina malê ne li ber destê mirov, ne caiz e wiha ye:

Hekîmê kurê Hizam dibêje: Ez çûm ba Resûlê Xwedê û min jê re got: “Kesek tê ba min û dixwaze malekî ku ne li ber destê min e, ji min bikire.  Ez jî diçim sûkê, wî malî dikirim û paşê difiroşim wî zilamî. (Tu ji bo vî tiştî çi dibêjî)” Resûlulleh wiha bersiv da: “ Tiştekî ku ne li ber destê te be, nefiroşe.”  (Tirmizî, Buyû’, 19; Ebû Dawûd, Buyû’, 68; Nesaî, Buyû’, 60)

Sedema ku di vê hedîsê de firotina wî malî hatiye qedexekirin ew e ku ji her du aliyan yek mexdûr nebe.  Lê di tîcareta li ser înternetê de behsa hemû taybetmendiyên wî malî tê kirin. Dema muşterî wî malî bikire û ew mal ne li gorî wan şertan be, dikare îade bike. Her wiha heta ku firoşkar malê xwe teslîm neke, heqê wî malî li hisabê wî nayê razandin. Yanî di danûstandike bi vî rengî de ew mexdûriyet û endîşeyên di hedîsê de pêk nayên. Lê heke kesek malekî bifiroşe û tevî ku pereyê xwe tehsîl kiribe, wî malî teslîm neke, li gorî hedîsê ev yek heram e.

Doç. Dr. Servet Bayındır