Fetwayen Kurdi
Ma caiz e qurban bi kîloyan bê firotin?

Ma caiz e qurban bi kîloyan bê firotin?

Pirs: Pirseke min li ser firotina qurbanan a bi kîloyan heye. Min, ji bo kirîna heywaneke ji bo qurbanê, bi pereyê îro 200-300 lîre danîbû aliyekî. Min ji heywanfiroş re got, bi giraniya wê bi qiymeta 200 lîreyî qurbanekê ji min re veqetîne. Lê ji ber ku heywanfiroş heta wan newezinîne nizane bê kîjan heywan hêjayî çi qasî ye, ew wezinandin. Û ji nav heywanan bi muqabilê; 230, 350, 300, 270 û 210 lîreyî çend heywan derxistin. Gelo bi vî awayî kirîn û firotina qurbanan caiz e? Ma di tiştekî wiha de tu mehzûr heye?

Bersiv: Kirîn û firotina qurbanan a bi vî awayî caiz e. Tu delîlek nîne ku vê qedexe bike.