Fetwayen Kurdi
Hz. Îbrahîm xwest kîjan kurê xwe bike qurban?

Hz. Îbrahîm xwest kîjan kurê xwe bike qurban?

Pirs: Ma Hz. Îbrahîm xwestibû ku kurê xwe Îshaq an Îsmaîl bike qurban? Derbarê vê yekê de di Qurana Pîroz de îfadeyeke zelal tuneye; lê belê di Tewratê de heye. Nêrînên alimên Misilmanan derheqê vê yekê de çi ye?

Bersiv: Li ser mijara gelo Xwedê ji bo kîjan kurê wî ferman dabû Hz. Îbrahîm da ku bike qurban, di navbera alimên Îslamê de îttîfaqek nîne. Hin ji wan dibêjin ev Îsmaîl aleyhisselam e hin jî dibêjin ew Îshaq aleyhisselam e. Her wiha hin alim jî tevî ku cih didin delîlên her du nêrînan, bêteref dimînin û dibêjin, di vê meseleyê de ya herî baş Xwedê dizane.

Li gorî Îttîfaqa Mislimanan û ya Cihûyan jî kurê ewil ê Îbrahîm aleyhisselam, Îsmaîl e. Di ayeta 100î ya ji sûreyê Saffatê de wek duaya Îbrahîm aleyhisselam tê gotin: “Xwedayê min kurekî salih bide min”. Piştî vê ayetê di ayeta 101ê de hatiye diyarkirin ku ev duaya wî hatiye qebûlkirin û jê re zarokekî mulayim û helîm û selîm hatiye dayîn. Ji vê derê tê fêmkirin ku berê qet zarokên Îbrahîm aleyhisselam çênebûne. Naxwe wek muqabilê duaya wî, zarokê ku jê re hatiye îhsankirin Îsmaîl aleyhisselam e. Paşê di ayeta 102yan û berdewama wê de, behsa qurbankirina vî zarokî û wê yekê tê kirin ku di encamê de him zarok him jî Îbrahîm aleyhisselam bi awayekî serkeftî ji vê îmtihanê derbas bûne.  Naxwe Xwedê, di xewna Îbrahîm aleyhisselam de ji bo ku Îsmaîl aleyhisselam bike qurban, ferman dayê ku kurê wî yê ewil e. Jixwe di berdewamiya wan ayetan de di ayeta 112an de, ji bo Hz. Îbrahîm, wek mizgîniyeke duyem behsa kurê wî yê duyem Îshaq aleyhisselam tê kirin ku wê di pêşerojê de bibe pêxember.

Yek jî divê mirov balê bikişîne ser vê yekê; dêya me Sarayê pir pîr bûye û sêr e û dema Xwedê Teala mizgîniyê dide Îbrahîm aleyhisselam ku dê ji vê hevsera wî zarokekî wî çêbibe, ji bo wî zarokî dibêje: “zarokekî zana (xulamin alîm)” (Bnr: Hicr, 15/53; Zariyat, 51/28) Her kes li serê îttîfaq dike ku ev zarokê Îbrahîm aleyhisselam ê ji dêya me Sarayê, Îshaq aleyhisselam e. Lê wek li jorê jî hat dîtin ji bo zarokê ku ji bo qurbankirina wî tê emirkirin, tê gotin: “zarokekî helîm û selîm (xulamin helîm)”. Jixwe dema ev zarok dibihîse ku dê bavê wî, wî bike qurban li ser vê rewşê ji bavê xwe re dibêje: “Bavo, ji te re çi tê emirkirin bike, înşeleh tu yê bibînî ez ji wan kesan im ku sebir dikin.” (Saffat, 37/102) û bi vî awayî wesfa helîmbûnê ku ji bo wî tê gotin, îspat dike.

Her wiha ji bo bersiva me ya bi dîmen a li ser vê mijarê hûn dikarin serî li vê lînkê jî bidin.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/hz-ibrahimin-kurban-etmek-istedigi-oglu-hz-ismail-mi-hz-ishak-mi.html