Fetwayen Kurdi
Hin cemaet ji bo Pêxêmberê me qurbanê ser jê dikin, ma ev yek rast e?

Hin cemaet ji bo Pêxêmberê me qurbanê ser jê dikin, ma ev yek rast e?

Pirs: Hin cemaet û qursên Qur’anê dibêjin, em ê ji bo Pêxemberê me qurbanê ser jê bikin û ji bo vê jî ji xelkê pereyan kom dikin. Seyda, tiştekî wiha heye gelo? Ew dibêjin; Cenabê Pêxemberê me, ji bo ummeta  xwe qurban ser jê kiriye û dema wî wefat kiriye ummeta wî jî ji bo wî dest bi serjêkirina qurbanê kiriye. Bi tevahî muqabilî 63 salan 63 qurban… Tiştekî wiha heye gelo. Dibêjin, heke mirov beşdar bibe xêra wê digihê mirov jî ma ev rast e?

Bersiv: Tiştekî wisa nîne ku mirov ji bo Pêxemberê xwe qurbanê bide.  Sepandineke wiha di dînê me de tuneye. Mixabin hin cemaet û kom, hestên dînî yên xelkê îstismar dikin. Divê mirov li hemberî van gelek baldar be û bi tiştên wisa nexape.

Lê ji bo ku li ser navê mirov qurban bê serjêkirin, însan dikarin wekaletê bidin kes an saziyên ku baweriya wan pê tê.