Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare goştê qurbanê bide kesên ne misliman jî?

Ma mirov dikare goştê qurbanê bide kesên ne misliman jî?

Pirs: Gelo goştê qurbanê dikare li xeyrimusliman jî bê belavkirin?

Bersiv: Derbarê teserufa li ser goştê qurbanê de, Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

“Me ji bo we (ji enamê) yên ku wek bedenî gir bûne kirin ji nîşaneyên evdîtiya Xwedê. Feydeya wan ji bo we heye. Dema ew rêz bi rêz disekinin navê Xwedê bînin ziman û wan ser jê bikin! Dema kêleka wan li erdê ket ji wan bixwin, bidin kesên ku dixwazin jî naxwazin jî! Ji bo ku hûn şikuriya xwe bînin/wezîfeya xwe bikin, me ew bi vî awayî xistin bin xizmeta we.” (Hec, 22/36)

Li gorî vê, goştê qurbanê him dikare xwediyê wê jê bixwe him jî li eqrebeyên dewlemed-feqîr û li cîranan bê belavkirin. Di vir de jî ne şert e kesê ku dê goşt lê bê belavkirin misilman be. Loma goştê qurbanê dikare li kesên ne misliman jî bê belavkirin. Her wiha ji bo ku wê dilê wan li Îslamê germtir bike, mirov dikare vê yekê pêşniyaz jî bike.