Fetwayen Kurdi
Ma dema xwînmeha pîrekan kengî diqede?

Ma dema xwînmeha pîrekan kengî diqede?

Pirs: Ma pîrek di dawiya xwînmehê de gava lekeyên xwînê bi temamî qut dibin an jî gava ku hîn ava spî ji wan diherike xusla xwe re radikin?

Bersiv: Heta xwîna di hundirê cila de tê bi temamî nesekine, heyz/xwînmeh bi dawî nabe. Ev xwîn, çawa dibe ku reş, sor, kesk an jî zer be, her wiha dibe ku şolî û di rengê axê jî de be. Pîreka ku dema xwînmeha xwe temam kiribe, aveke çîlspî jê tê. Ji lewra îtibar bi şolîtiya piştî vê nayê kirin.

Ji Ummû ‘Etiyye wiha hatiye ragihandin:

Piştî ku dema xwînmehê xelas dibû me zerîtî û şolîtî tiştek (ji heyzê) nedihesiband.”[1]



[1] Buxarî, Heyz, 26; Ebû Dawûd, Teharet, 117; Nesaî, Heyz, 7.