Fetwayen Kurdi
Ma destdirêjiya mafê mirovan tê bexşandin an na?

Ma destdirêjiya mafê mirovan tê bexşandin an na?

Pirs: Ez dixwazim di derbarê gunehê binpêkirin an jî xwarina mafê mirovan de agahiyê bidest bixim. Di nav gel de baweriya ku gunehê xwarina mafê mirovan nayê bexşandin ango Xwedê Teala gunehê binpêkirina mafê mirovan nabexşîne heye. Di axaftina bi hevalan re jî heman mijar derbas bû. Min livê yekê îtiraz kir û got ku; di Qur’anê de dibore ku Xwedê Teala ji bilî şirkê ji bo yê ku bixwaze dibexşîne, gunehê ku nabexşîne bi tenê şirk e. (Armanca min ne ew e ku ez girîngiya mafê mirovan kêm nîşan bidim) Di vê mijarê de min di Qur’anê de tiştekî zelal û xuya nedît. Di hedîsan de jî min nedît ku gunehê xwarina mafê mirovan  nayê bexşandin. Di hin îlmihalan de derbas dibe ku ji aliyê girîngiyê ve mafê mirovan di pêşiya mafê Xwedê Teala de ye, lê belê delîlên ku xwe spartinê di wan de tuneye. Heke di bin sî û sîwana Qur’an û hedîsan de di vê mijarê de hûn bi min re bibin arîkar ez ê dilşad û bextewar bibim. 

Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de ragihandiye ku gunehê şirkê ango çêkirina hevpişkan bi tenê nabexşîne:

Bêguman Xwedê şirkê nabexşîne, ji bilî vê ji bo kesê ku bexşandin heq kiribe, wî dibexşîne. Çi kesê ji Xwedê re hevpar çêkiribe, wî bêbextiyeke giran û gunehekî mezin kiriye.” (Nîsa, 4/48)

Ji vê ayetê bi awayekî zelal diyar dibe ku Xwedê Teala ji bilî şirkê ji bo kesê ku bexşandin heq kiribe temamê gunehan dibexşîne. Ji bo yên ku heq nekiribin jî biqasî gunehê ku kirine dê wan seza bike.

Destdirêjiya li dijî mafê yekî ji gunehên mezin e. Li gorî Xwedê Teala ragihandiye ku ji bo kesê bixwaze dê hemî gunehên wî bibexşîne binpêkirina mafê mirovan jî dikeve vê yekê. Di vê navberê Xwedê Teala dê mafê aliyê ku mexduriyet dîtiye jî bide û wî razî bike. Lê belê eger Xwedê Teala dê gunehê yekî nebexşîne û wî kesî mafê însanan jî xwaribe dê rewşa wî çawa be? Ev jî Pêxemberê me di hedîseke xwe de wiha aşkere kiriye:

Kî mafê yekî xwaribe bila di cî de ji wî birayê xwe helaliyê bixwaze. Lewra (roja axretê) ne dirhem ne jî dînar pere nake. Ji ber vê, xêrên wî (kesê heq xwariye) tên girtin û ji wî zilamî re tên dayin. Heke xêrên wî tune bin, gunehê kesê ku mafê wî hatiye xwarin li wî tên barkirin.” (Buxarî, Riqaq, 48)

Tiştê munasib û rewa ji bo mirovê Misilman ku destdirêjiya mafê tu kesî meke. Heke bike jî ji wî kesî li xwe bide helalkirin, ji wî gunehê xwe tobe bike û bexşandina xwe bixwaze. Ya herî girîng ku mirov cehd û xebatê bike da ku bibe ji bendeyên ku dê Xwedê Teala li axretê hemî gunehên wan bibexşîne.