Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare bêyî destûra xwedî, înterneta wî bixebitîne?

Ma mirov dikare bêyî destûra xwedî, înterneta wî bixebitîne?

Pirs: Di kompîturên guhêzbar-menqûl de bi rêya tora bê kablo mirov xwe digihînin înternetê. Ma rewşeke wiha dibe ku heram be? Xwediyê torê heke bixwaze dikare şîfre bike û bibe asteng ku kesên din jê sûd wergirin. Ango kesên ku tora xwe şîfre nekiribin ez wateya ku destûr dane jê derdixim. Lê belê dîsa jî min hewcedariya pirskirinê his kir.

Bersiv: Xebitandin û bikaranîna malê yekî bê destûra wî, ne caiz e. Neşîfrekirina tora bê kablo digel derfeta şîfrekirina wê, divê ku wekî hincetekê ji bo bikaranîna wê bê destûr neyê dîtin. Neşîfrekirina ji aliyê xwediyê wê ve lazim nadêre ew ji terefê herkesî ve were xebitandin. Dibe ku xwedî nizanibe şîfre bike. Wekî din bikaranîna wê torê dê bi neyênî bandorê li leza wê xetê jî bike. Ji aliyê din dibe ku înterneta xwediyê torê bi kota be. Bikaranîna tora wî bê destûr hem dibe dizî ji kota wî hem jî dibe sebebê ku kota wî tije bibe û bi ser de jî mecbûr bimîne ku hin ucretên din bide.

Di bin sî û sîwana van tiştan de diyar e: Bêyî destûra xwedî ne caiz e ku mirov wireless bikar bîne. Heke hûn xwediyê wê nizanin divê hûn nekevin înternetê an jî ji tora bi ucret bikevin înternetê.