Fetwayen Kurdi
Ma di navbera ayetên 109-110an ji E‘raf û ayetên 34-35an ji Şu‘era tu nakokî heye?

Ma di navbera ayetên 109-110an ji E‘raf û ayetên 34-35an ji Şu‘era tu nakokî heye?

Pirs: Di sûreyê E‘raf ayeta 109-110 de wiha tê fermankirin: “Giregirên qewmê Firewn gotin: Bêguman ev sêrbazekî zana ye. Ew dixwaze we ji welatê we derxe. Vêca Firewn ji giregiran re got: Ka hûn çi ferman dikin?” Di sûreyê Şu‘era ayeta 34-35an de jî wiha tê fermankirin: “Firewn, ji giregirên hawirdora xwe re got: Bê guman ev sêrbazekî zana ye! Ew dixwaze bi sêrbaziya xwe we ji warê we derxe. (Gelî giregiran!) Hûn çi ferman dikin?” Ango heman hevok di sûreyê E‘raf de bi bal Firewn, lê di sûreyê Şu‘era de bi bal şêwirmendên wî ve tê îzafekirin. Nivîskarekî Elmanî di berhema xwe de bi armanca ku êrîşî Misilmanan bike ew ayet delîl anîne û ev hevokên han bilêv kirine: “Misilman angaşt dikin ku ev kitêb, girteya wehyê ya ku bi pûte hatiye girtin û destnîşan dikin ku Încîl ne di vê asteyê de ne. Lê belê heke yek bi yek bi hûrnêrînî lê binêrin ew ê bi xwe pêrgî gelek rewşên nakok ku ravekirina wan pir zor û zehmet e werin.” Hûn vê çawa dibersivînin?  

Bersiv: Peyva “Ew dixwaze we ji welatê we derxe. Ka hûn çi ferman dikin?” di herdu ayetan de jî gotina Firewn e. Bi sedema ku wergêran pir bala xwe nedane rêgezeke zimanî ‘Erebî, ketine şaşiyê. Lewra di zimanê ‘Erebî de kî dibe bila bibe ji bo kesekî bi tenê bi awayê “hûn” nayê xitabkirin. Ji ber ku Firewn kesekî bi tenê ye, bêjeya “hûn” di vir de, encax ji bo kesên ku li hawirdor û aliyê Firewn in mumkin e were gotin.

Gotina “Ev, sêrbazekî zana ye”, di sûreyê E‘raf de peyva giregirên hawirdora Firewn e, di sûreyê Şu‘era de jî gotina Firewn bi xwe ye. Di vir de metirsiyeke girîng tê dîtin. Firewn û derdora wî, digel ku têdigihiştîn û dizanibûn ku tiştê Mûsa dike ne sêr e, da ku li ber dilê hev bidin digotin ev “sêr”e.

Digel ku diyar e kesên bi sêrê re mijûl in nikarin tu tiştekî bi hêzdarekî wekî Firewn bikin jî bi gotina; “Ew dixwaze bi sêrbaziya xwe we ji welatê we derxe. Ka hûn çi ferman dikin?” hewldayîna wî ya ku derdora xwe li xwe bicivîne, dest nîşan dike ku ew di nav tirseke mezin de bûye. Ev tirsa wî, ji helwestên wî diyar dibe:

Giregirên qewmê Firewn gotin: Bê guman ev sêrbazekî zana ye! (Firewn got:) Ew dixwaze we ji welatê we derxe. Ka hûn çi ferman dikin?”(E‘raf, 7/109-110)