Fetwayen Kurdi
Ma Xwedê Teala berê erd an jî asîman afirandiye?

Ma Xwedê Teala berê erd an jî asîman afirandiye?

Pirs: Di ayeta 29an ji sûreyê Beqere de der derbas dibe ku Xwedê Teala berê erd û tiştên li ser erdê, piştre jî asîman afirandiye. Lê di ayetên 27-32an ji sûreyê Nazîat de jî tê ragihandin ku berê asîman, piştî wê jî erd û tiştên li ser erdê afirandiye. Di çend malperan de kesên xwedênenas/ateist van ayetan mînak didin û angaşt dikin ku di Qur’anê de nakokî heye. Dema em li wergerên li ber destê me ne jî dinihêrin bi rastî jî wiha mane kirine. Hûn dikarin vê mijarê rave bikin?

Bersiv: Beriya her tiştî divê em diyar bikin ku pêkan e şaşî û nakokî di wergeran de hebin; lê belê di metnê Qur’anê de zinhar şaşî û û nakokî tunene.

Daçeka “ثُمَّ summe” di zimanê ‘Erebî de her gav di wateya “piştre” nayê bikar anîn. Ev daçek, di wateyên wekî “di heman gavê de”, “di vê demê de”, “bi vê re”, “wekî din” de jî tê bikaranîn. Bi sedema ku di sûreyê Nazîat ayeta 30an de îfadeya “بَعْدَ ذَلِكَ be‘de zalike: piştî vê” hatiye bikaranîn, tê fêhmê ku raxistina erdê piştî temambûna afirandin gerdûnê çêbûye. Dema daçeka “ثُمَّ summe” ya ku di ayeta 29an ji sûreyê Beqere û ayeta 11an ji sûreyê Fussilet de bi awayê “piştre” hatiye wergerandin, bi wayeteyek ji wateyên vê daçekê yên li jor borîn bê manekirin, wate dê rast derkeve.

Li gorî vê, wateya ayeta 29an ji sûreyê Beqere divê wiha be:

Yê temamê tiştê ku di erdê de heye ji bo we afirandiye Ew e. Digel vê, Wî berê xwe da asîmanan û ew heft tebeq asîman verast kirin. Ew bi her tiştî dizane.”

Di vê rewşê de angaşta ku di Qur’anê de nakokî heye vala derdikeve.

Ji bo pirs-bersiveke mîna vê ji kerema xwe serî li navnîşana jêr bidin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=4195