Fetwayen Kurdi
Ma lêkera şae û erade di Qur’anê de di wayeta “xwestin”ê de ye?

Ma lêkera şae û erade di Qur’anê de di wayeta “xwestin”ê de ye?

Pirs: Dema em lêkera “şae” ji bo Xwedê bikar tînin, em di wateya “fermankirin, danîna qaydeyan” bikar tînin. Lê belê gava ji bo mirovan were bikaranîn, ma mirov dikare wateya “xwestin”ê bidê? Heke hûn vê yekê li ser ayeta 34 û 74an ji sûreyê Zumer rave bikin ez ê dilşad bibim.

Bersiv: Wateya bingehîn ji bo lêkera şae شَاء “kirina şey/tiştekî”ye.  Kirina şey/tiştekî, çêkirina şey/tiştekî ye, ango tekwîn e. Tekwîna Xwedê ya şey/tiştekî û tekwîna însan ji hev cuda ne. Ji ber ku Xwedê biryara tekwîna şey/tiştekî daye, bi tenê jê re dibêje “çêbibe”, ew şey/tişt jî çêdibe. Tu hêzeke însan ya bi vî rengî tuneye. Mirov, şey/tiştekî encax li gorî qaydeyên ku Xwedê danîne dikare pêk bîne. Ji ber vê yekê Xwedê Teala wiha ferman dike:

وَلَا تَقُولَنَّ لِشَيْءٍ إِنِّي فَاعِلٌ ذٰلِكَ غَدًا  إِلَّا أَن يَشَاء اللَّهُ

Ji bo tu tiştekî nebêje ku ez ê  sibehê vî tiştî bikim. Bibêje inşaallah (Xwedê destûrê bide). (Kehf, 18/23-24)

Çêkirin û pêkanîna însan ya şey/tiştekî, bi nîşandayîna cehd û xebata pêdivî ve girêdayî ye. Temamê kirinên mirovan bi vî awayî ne. Xwedê Teala wiha feman dike:

وَأَن لَّيْسَ لِلْإِنسَانِ إِلَّا مَا سَعَى

Ji însên re ji kar û kiryarên wî pê ve tiştekî din jê re nîn e.” (Necm, 53/39)

Ango dema cehd û xebateke mirov tunebe, tu karekî ku jê re bê jimartin jî tuneye. Lê belê li axretê rewş cuda ye. Bi sedema ku her tiştê mirov li wê derê dixwaze dê amade bibîne, tiştê ku dê bike bi tenê tercîh e. Ji ber vê yekê ji bo lêkera şae  شَاء ya di der barê axretê de wateya “اختار = eciband, bijart” munasib e. Wê gavê wateya ayetên ku we pirsî bû dê wiha be:

Li cem Rebbê wan, her tiştê ku biecibînin ji wan re ye. Ha ev e, xelata qencîkaran.” (Zumer, 39/34)

Dibêjin: Xwedayê ku peymana daye me bi cih anî, her tiştî bedew çêdike. Ev cih da me. Cihê ku em li bihuştê biecibînin lê cihwar dibin. Vêca padaşa xebatkaran çi qas delal e!” (Zumer, 39/74)

Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê di Qur’anê de wateya lêkera şae شَاء û erade أَرَادَ hûn dikarin serî li nivîsa di navnîşana jêr de ye bidin.

www.suleymaniyevakfi.org/akaid-arastirmalari/kuranda-sey-meset-irade-ve-fitrat.html