Fetwayen Kurdi
Ma hukmê sedeqeya necwayê di roja me de jî heye?

Ma hukmê sedeqeya necwayê di roja me de jî heye?

Pirs: Di Qur’ana Pîroz de tê gotin: “Gelî bawermendan! Gava we xwest ku hûn bi qasid re hevdîtineke taybet bikin, beriya hevdîtina xwe sedeqeyekê bidin (xizanan).” Ma pêwîst e ku mirov di dema kirina hec û ‘umreyê de jî vê sedeqeyê bide?

Bersiv: Sedeqeya ku beriya hevdîtina bi Hz. Pêxember re dayîna pêwîst e (Mucadele, 58/12), bi ayeta li pey wê hatiye nesixkirin, ango hukmê wê hatiye rakirin. Ji ber vê yekê, dayîna wê sedeqeyê di roja me de di dema kirina hec û ‘umreyê ne pêwîst e.

Ayetên têkildar wiha ne:

Gelî yên ku bawerî anîne! Gava we xwest ku hûn bi qasid re hevdîtineke taybet bikin, beriya hevdîtina xwe sedeqeyekê bidin. Ev ji bo we çêtir û paktir e. Eger hûn tiştekî nebînin, vêca bi rastî Xwedê gunehjêbir e, dîlovîn e.

Erê ma dayîna sedeqeyê berî ku hûn hevdîtinê pêk bînin hûn tengav kirin? Madem we neda û Xwedê jî vê poşmaniya we qebûl kir; wê gavê bi tekûzî nimêj bikin, zekata malê xwe bidin û guhdariya Xwedê û qasidê Wî bikin. Teqez Xwedê ji kirinên we agahdar e.” (Mucadele, 58/12-13)

Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê mijara nesxê de ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

www.suleymaniyevakfi.org/kuran-arastirmalari/nesih-ve-recim-cezasi.html