Fetwayen Kurdi
Ma di navbera herdu secdeyên nimêjê de duayekî ku were xwendin heye?

Ma di navbera herdu secdeyên nimêjê de duayekî ku were xwendin heye?

Pirs: Ma di navbera herdu secdeyên nimêjê de duayekî ku were xwendin heye?

Bersiv: Hatiye ragihandin ku Pêxemberê me (s.a.w) di navbera herdu secdeyan de duayên cur bi cur xwendine. Sekna bi qasî ku mirov wan duayan bixwîne jî sunnet e.

Çend riwayet wiha ne:

Li gorî ku ji ‘Ebdullahê kurê ‘Ebbas (x.j.q) hatiye ragihandin, Resûlullah aleyhisselam di navbera du secdeyan de ev dua dixwend:

اللَّهُمَّ اغْفِرْ لِي وَارْحَمْنِي وَاجْبُرْنِي وَاهْدِنِي وَارْزُقْنِي

“Ellahummaxfir lî werhemnî wecburnî wehdinî werzuknî = Ey Xwedayê min! Min bibexşîne, rehmê li min bike, xweşiyê bide min, rêya rast nîşanî min bide û riziq bide min.” (Tirmizî, Selat, 211; Îbn Mace, Îqamet, 23).

Li gorî ku ji Huzeyfe (x.j.q) hatiye ragihandin, Nebî aleyhisselam di navbera du secdeyan de wiha dua dikir:

رَبِّ اغْفِرْ لِي رَبِّ اغْفِرْ لِي

“Rabbixfir lî Rabbixfir lî = Ey Rebbê min! Min bibexşîne, min bibexşîne.” (Îbn Mace, Îqamet, 23)