Fetwayen Kurdi
Ma zarok dikarin li pêşiya mezinan îmamtiyê bikin?

Ma zarok dikarin li pêşiya mezinan îmamtiyê bikin?

Pirs: Hatiye ragihandin ku Pêxemberê me (s.a.w) sehabiyekî 8 salî kiriye îmam. Ma bi rastî jî riwayeteke wiha heye? Eger hebe, divê çawa were nirxandin?

Bersiv: Riwayeta di der barê ‘Emrê kurê Selîme/Seleme (w. 85-704) de hatiye neqilkirin wiha ye:

“Piştî Fetha Mekkeyê ji bo qebûlkirina Îslamê eşîra Cerm, heyetekê dişîne ba Pêxemberê me. Li gorî riwayeta ‘Emrê kurê Selîme ya di Sehîha Buxarî de derbas dibe, di vê heyetê de bavê ‘Emr, Selîme jî hebû. Piştî ku Pêxemberê me, zanyariyên pêwîst yên di der barê nimêjê de dide wan, dibêje ku di nav we kesê herî baş Qur’anê dizane bila îmamtiya we bike. Ji ber ku di eşîrê de kesê herî baş Qur’an dizanibû ‘Emr bû, digel ku di wê gavê de şeş an jî heft (Buxarî “Mexazî”, 53.) li gorî riwayeteke din heft an jî heşt (Ebû Dawûd, ) salî bû, ew kirin îmam.” (Ahmet Önkal, “Amr b. Selîme”, Diyanet İslam Ansiklopedisi, c: 3, rp: 91)

Ji ber van riwayetên di Buxarî û Ebû Dawûd de derbas dibin, alimên mîna Ebû Sewr, Îshaqê kurê Rahûye û Îmam Şafiî gotine ku zarokên hêj nigahişatiye dema bulûxê, dikarin li pêşiya kesên balix nimêj bikin.

Îmamên mezhebên din gotine ku zarokên ne balix, nikarin îmamtiyê bikin. Angaşt kirine ku di vê riwayeta de di der barê caizbûna îmamtiya zarokan de tu ferman û biryareke Pêxemberê de tuneye, li berevajî vê, ev bi tedbîra wê eşîrê hatiye kirin.