Fetwayen Kurdi
Ma di serdema Hz. Pêxember de boraq bi rêya wekaletê dihat serjêkirin?

Ma di serdema Hz. Pêxember de boraq bi rêya wekaletê dihat serjêkirin?

Pirs: Ma di serdema Hz. Pêxember de boraq bi rêya wekaletê dihat serjêkirin?

Bersiv: Di der barê ku Pêxemberê me, li ser navê malbata xwe yan jî bi rêya wekîliya wan boraq serjê kiriye ji dayika me ‘Eyşeyê riwayet wiha hatiye ragihandin:

“Em li Mînayê bûn û ji me re goştê dewarê hat. Min pirsî, ev çi ye? Gotin Pêxember aleyhisselam, ji bo jinên xwe dewar kiriye qurban.” (Buxarî, Edahî, 3)

Di çavkaniyan de derbas dibe ku Hz. ‘Elî di şûna Pêxemberê me boraq serjê kiriye û çavdêriya heywanên qurbanê kiriye. Riwayeteke têkildar wiha ye:

“Rasûlullah ferman li min kir ku ez çavdêriya hêştirên wî yên qurbanê û serjêkirina wan bikim, ez goşt, çerm û bûyên wan sedeqe bidim û tu tiştekî ji wan nedim qesab û got ku: ‘Em li ser hasabê xwe (hin tiştan) didin wî (qesab).” (Muslim, Hecc, 348 (1317). Wekî din bnr: Buxarî, Hecc, 120, 121)

Ji kerema xwe serî li navnîşana jêr jî bidin:

www.fetva.net/yazili-fetvalar/vakif-ve-derneklere-kurban-bagislamak-dogru-bir-davranis-mi.html