Fetwayen Kurdi
Gelo şeytan, ji bo xapandina Adem û Hewwayê çawa ket bihuştê?

Gelo şeytan, ji bo xapandina Adem û Hewwayê çawa ket bihuştê?

Pirs: Heke Şeytan ji bihuştê hatibe qewirandin, Adem û Hewwayê çawa qanî kirine ku ji mêweyê dara qedexerirî bixwin?

Bersiv: Şeytan ne ji bihuşta ku li axretê warê bawermendan e; ji hafa Xwedê Teala û ji vî meqamê bilind ê ku heta wê demê lê bû hatiye qewirandin. 

Adem û hevsera wî Hewwa li dunyayê hatine afirandin û her wiha li cenneteke ango li baxçeyekî li dunyayê hatine bicihkirin. Şeytan, ew li wê derê xirandine. Ango cenneta ku Adem aleyhisselam lê jiyaye ne bihuşta li axretê ye, li berevajî vê baxçeyekî ku li dunyayê ye. Piştî ku Adem û Hewwa ji mêweyê wê dara qedexekirî xwarin, bi hev re ji wê cennetê hatin qewirandin.

Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê vê yekê de ji kerema xwe re serî li navnîşanên jêr bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/adem-aleyhisselam-cennette-mi-yaratildi-yoksa-bu-dunyada-mi.html

www.suleymaniyevakfi.org/sizden-gelenler/adem-aleyhisselam-ve-cennet.html