Fetwayen Kurdi
Dema kêmasiyên yekî hat gotin, divê mirov çawa tev bigere?

Dema kêmasiyên yekî hat gotin, divê mirov çawa tev bigere?

Pirs: Dema qala kêmasî (xerabî û nebaşi)yên yekî ji me re hat gotin, ma divê ku em lêpêrsîn û lêkolînê bikin ka wisa ye yan na?

Bersiv: Heke kêmasî, ji tişên zirarê dide derdorê û divê ku bê sererastkirin, divê em li gorî ayeta li jêr tev bigerin:

Gelî bawermendan! Eger yekî fasiq ji we re xeberekê bîne, li rastiya wê bigerin. An na bê zanîn hûn dê destdirêjî civatekê bikin û piştre hûn ê li kirina xwe poşman bibin.” (Hucurat, 49/6)

Heke kêmasî, bi tenê bi xwediyê kirinê ve girêdayî be û zirarê nede tu kesê din, di vê rewşê de divê mirov li gorî ayet û hedîsên li jêr tev bigere:

Gelî yên bawerî anîne! Xwe ji gumanê gelekî biparêzin. Lewra qismek ji gumanê heye ku guneh e. Li eybên hev negerin. Hin ji we xeyba yên din nekin. Erê ma bi yekî ji we xweş tê ku goştê birayê xwe yê mirî bixwe? Ev li xweşa we naçe. Ji Xwedê bitirsin; bêguman Xwedê tobewergir e, dilovîn e.” (Hucurat, 49/12)

Li gorî ku ji Ebû Hureyre hatiye ragihandin Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha kerem kiriye:

Xwe ji gumanê biparêzin. Lewra ji gotinan ya herî derew, guman (sûcdariya bê binyad)e. Li xeberdanên ên din guhddariyê nekin, li pey kêmasiyên hev negerin, xwe li pêşberî hev qure mekin, zikreşiya hevdu nekin, kîna hevdu nekin, berê xwe ji hevdu nezîvirînin. Gelî bendeyên Xwedê! Wekî ku Xwedê li we ferman kiriye bibin birayên hev.” (Buxarî,  Nîkah,  45,  Feraiz,  2,  Edeb,  57,  58; Muslim,  Bir,  28 (2563); Ebû Dawûd,  Edeb 37,  48; Muwetta,  Husnu’l-Xuluq,  15; Ehmed b. Henbel,  2/287,  342,  465,  470,  482,  492,  517,  539)

Muawiye (x.j.q) wiha got: Min bihîst ku Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha digot:

Heke tu hewl bidî ku kêmasiyên Misilmanan vekolînî, bidî pey rewşên wan ên veşarî, tu yê exlaqê wan xera bikî yan jî ji bo vê yekê zorê li wan bikî.” (Ebû Dawûd, Edeb, 37)

Rojekê zilamekî tînin nik ‘Ebdullahê kurê Mesûd (x.j.q), li ser gotina ku “Ev, filankesê ku ji riha wî mey niqutiye”, wî ev bersiv daye:

Em ji lêpirsîna kêmasî û eyban hatine qedexekirin. Heke kêmasî yan jî eyb bi xwe derkeve holê, em ê tiştê pêwîst pêk bînin.” (Ebû Dawûd, Edeb, 37)