Fetwayen Kurdi
Ma divê em ji bo bihuştê yan jî ji bo riza Xwedê îbadetê bikin?

Ma divê em ji bo bihuştê yan jî ji bo riza Xwedê îbadetê bikin?

Pirs: Ma armanca me di vê dunyayê de qezenkirina bihuştê ye yan jî bidestxistina riza Xwedê Teala ye? Bi kurtasî ma divê ku armanca me bidestxistina bihuştê be? Bi vegotineke din ez wiha bipirsim: Bi sedema ku em ji Xwedê ditirsin, ji Wî hez dikin, an jî ji ber ku em ji kişandina ezabê gorê ditirsin divê em îbadet bikin?

Bersiv: Îbadet, di wateya ku mirov “ji dil, bi xwestina xwe berê xwe bide Xwedê, Wî bihebîne, stûyê xwe li ber daxe” de ye. Armanca herî girîng di bicihanîna fermanên Xwedê û dûrketine ji qedexeyên Wî, bidestxistina riza Wî ye. Lê bele bende, di heman demê de bi sedema ku ji Xwedê Teala ditirsin jî dê îbadeta Wî bikin. Digel vê ji bo bidestxistina xelatên ku Wî soza dayîna wan daye jî divê mirov îbadeta Wî bike.

Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

(Gelî bawermendan!) Ber bi lêborîna Rebbê xwe û ber bi bihuşteke ku firehiya wê bi qasî erd û asîmanan e ku ew ji teqwadaran re hatiye amadekirin, bibezin.” (Alî Îmran, 3/133)

Li gorî vê ayetê, bexşandin û Cennet, armanca mirovê bawermend e. Ji ber vê yekê, ji bo bidestxistina van, divê mirov gelekî cehd û xebatê bike. Di ayeteke din de ev armanc; bi awayê rehmeta Xwedê, riza Wî û bihuştê hatiye destnîşankirin:

“Rebbê wan, bi dilovaniyeke ji cem xwe, bi razîbûnekê û bi bihuştên ku di wan de ji wan re nîmetên seraqetî hene, mizgîniyê dide wan.” (Tewbe, 9/21)

Di ayeteke din de Xwedê Teala îlan dike ku armanca herî mezin riza Wî ye. Wî wiha ferman kiriye:

“Xwedê, ji mêr û jinên bawermend re peymana bihuştên wisa daye ku di nav wan de çem diherikin, dê her û her li wan bimînin û wargehên xweş li bihuştên ‘Ednê jî (daye wan). Rizaya Xwedê, ji hemû (nîmetan) mezintir e. Serfiraziya mezin ha ev e.” (Tewbe, 9/72)

Di encamê de temamê van tiştan bi hev girêdayî ne. Kesê ji bo bidestxistina bihuştê kar dike, jixwe ji bo qayîliya Wî dixebite. Kesê ji bo riza Wî dixebite jî hem ji bo rehmet hem jî ji bo bidestxistina bihuşta Wî kar dike. Lê belê ji van armancan ya herî girîng, ya herî mezin bidestixistina riza Xwedê Teala ye.

Bi vê yekê re eleqedar hûn dikarin ji navnîşanên jêr bersivên me yên bi şeklê vîdeoyê temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/amacimiz-cenneti-mi-yoksa-allahin-rizasini-kazanmak-mi-olmali.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/ibadetlerimizi-cenneti-kazanmak-icin-yapmamiz-yanlis-midir.html