Fetwayen Kurdi
Ma em di encama zewaca zarokên Adem (a.s) bi hev re zêde bûne?

Ma em di encama zewaca zarokên Adem (a.s) bi hev re zêde bûne?

Pirs: Ma em di encama zewaca zarokên Adem (a.s) bi hev re zêde bûne? Heke hûn di vê mijarê de me agahdar bikin em ê dilşad bibin.

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

Gelî mirovan! Xwe ji (bêemriya) Rebbê xwe yê ku hûn ji yek nefsê afirandine û ji wê hevjîna wê afirandiye û ji herduyan jî gelek mêr û jin zêde kirine, biparêzin…” (Nîsa, 4/1)

Nesla însên bi saya Adem ê ku cara yekem û hevjîna wî Hewwa ya ku piştre hatiye afirandin, zêde bûne. Di çavkaniyan de hatiye diyarkirin ku zarokên Adem û Hewwayê cêwî; yek law, yek keç çêbûne. Ji bo zêdebûna nesla însên, xwişk û birayên cêwî yên berê hatine dunyayê, bi xwişk û birayên xwe yên din ên piştre çêbûne zewicîne. Ango cêwî, ne bi hev re, bi cêwiyên berê yan jî piştre çêbûne re zewicîne û bi vî awayî nesla însan dewam kiriye.

Ji aliyê mentiqê ve mirov dikare bibêje ku ev kirin, pir zêde dewam nekiriye. Lewra piştî demeke kin nesil zêde bûye. Êdî zarokên ap, met, xal û xaltîkan çêbûne û ji ber vê yekê zewaca xwişk û birayan bi hev re piştî demeke kurt qedexe bûye.

Ji bo temaşekirina bersiveke me ya bi şeklê vîdeoyê ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/hz-ademin-cocuklari-gercekten-birbirleriyle-evlenmis-midir.html