Fetwayen Kurdi
Ma Pêxemberê me (s.a.w) di şeva mîravê de Xwedê Teala dîtiye?

Ma Pêxemberê me (s.a.w) di şeva mîravê de Xwedê Teala dîtiye?

Pirs: Ma Pêxemberê me (s.a.w) di şeva mîravê de Xwedê Teala dîtiye?

Bersiv: Digel dayika me ‘Eyşeyê ji giregirên sehabiyan ‘Ebdullahê kurê Mesûd, Ebû Hureyre, ji pêşengên tabiiyan Qetade, Mucahid û Rebî‘ û piraniya zanyaran gotine ku Pêxemberê me di şeva Mîracê de ne Xwedê Teala; firîşte Cebraîl dîtiye. Delîla wan ev hedîsa ku ji dayika me ‘Eyşeyê hatiye ragihandin:

“Kesê angaşt bike ku Muhemmmed Rebbê xwe dîtiye, wî li hemberî Xwedê bêbextî kiriye. Lewra wî (Pêxember), Cebraîl li ser şeklê wî, bi awayê ku aso temam dagirtibe dîtiye.” (Buxarî,  Bed’ul-Xelq,  7. Ji bo hedîsên manend bnr: Buxarî,  Tewhîd,  4; Muslim,  Îman,  77)

Li aliyê din riwayeta di der barê ku Pêxemberê me (s.a.w) Xwedê Teala di şeva Mîracê de dîtiye de, ji ‘Ebdullahê kurê ‘Ebbas hatiye ragihandin. Lê belê ev riwayet, ji aliyê aliman ve îtibar nedîtiye û baweriya wan ku ev, şîroveya Îbn ‘Ebbas bi xwe ye.

(Ji bo agahiyên berfirehtir bnr: Süleyman Mollaibrahimoğlu,  Mirac Gerçeği,  İstanbul,  1991 ).

Hûn dikarin ji navnîşana jêr bersiveke me ya di der barê vê yekê temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/peygamberimizin-allahi-gordugune-veya-gormedigine-dair-ayet-var-mi.html