Fetwayen Kurdi
Gotina “Xwedê her kesî li gorî hêza wî, wî binbar dike” tê çi wateyê?

Gotina “Xwedê her kesî li gorî hêza wî, wî binbar dike” tê çi wateyê?

Pirs: We di çend fetwayên xwe de gotiye ji tiştên ku hêza mirov nagihîjê berpirs nayê girtin. Ji ber vê yekê tê gotin Xwedê Teala, kar û barê mirov ku nikare ji bin derkeve li mirov bar nake. Wateya van herdu têgehan çi ye? 

Bersiv: Xwedê Teala, însan bi hêzeke diyar û bi derfet û îmkanên bi sînor, xemilandine. Ji ber vê yekê însan hin caran di encama sedemên cur bi cur nikare berpirsyariyên xwe bîne cî. Wekî mînak di kirina nimêjê de -ji ber ku di dema rêwîtiyê de çi ji aliyê zor û zehmetiyan ve çi jî ji aliyê tengasiya wext-, hin şert ji holê radibin: Nimêjin çar qam, du qam tên kirin û her wiha têm cemi’kirin. Halbukî îbadeta nimêjê pênc wextan hatiye ferzkirin; nimêja nîvro, ‘esir û ‘eşayê çar qam in. Lê belê Xwedê Teala, di rewşên mîna rêwîtiyê de –ji ber ku mirov nikarin bi hêsanî bikin– ji bo kirina nimêjê hin hêsanî danîne. Mirov dikare mijarên ku di berhemên Fiqhê de di bin sernavê “RUXSET”ê de hatine gotin, wekî mînak bide.