Fetwayen Kurdi
Ma malê sêwiyan –bi riza wan jî be– nayê xwarin?

Ma malê sêwiyan –bi riza wan jî be– nayê xwarin?

Pirs: Mamoste, min bihîstiye ku “malê kesê sêwî, heta bigihîje çaxa ku êdî ew bi xwe pereyê xwe bidest bixe, nayê xwarin.” Hevalekî min ê gelek nêz heye, dê-bavê wî çûne ber rehma Xwedê, ew jî wekî min xwendekar e. Dema em bi hev re digerin, dixwaze hin tiştan îkramî min bike, an jî gava tiştekî bixwe dixwaze îkramî min dike. Heta îro, -her çiqas min daxwaz nekiribe jî- pere bi deyn da min. Naxebite, lê belê ji aliyê pereyan ve tu pirsgirêka wî tuneye. Pereyê ku ji malbata xwe û ji bursan digre têra wî dike. Bi kurtasî mamoste, ma ez dikarim malê wî, îkrama wî qebûl bikim?

Bersiv: Xwarina malê sêwiyan ji gunehên mezin e. Lê belê ev, ne wekî rewşa ku hûn qala wê dikin. Lewra heramiya xwarina malê sêwiyan, di der barê xizmên zarokên ku bavê wan wefat kirine de ye. Bi vegotineke din ev yek, bi eqrebayên ku bi karûbarên sêwiyan ve mijûl in, têkildar e. Kesê sêwî, pêkan e ku pereyê wî hebe. Lê belê ji ber ku biçûk e, nikare vî pereyi bi awayekî rast û durist bikar bîne. Xizmên ku li sêwiyan dinêrin -dibe ku bapîr, mam, xal, met û xaltîk û hwd. bin- malê vî sêwiyî bi tenê di rêya qenciya zarok de dikarin bikar bînin, xerc bikin. Ayet, rêyên xerckirinê yên din qedexe dikin. Ango kesê li karûbarê sêwî dinêre, nikare malê wî ji bo berjewendî û fêdeyên xwe bixebitîne.

Lê belê gava kesê sêwî, gihaşt dema ruşdê ango gihaşt wexta ku aqilan e bi tena serê dikare kar bike, êdî bi hev awayî li ser malên xwe dibin berpirs. Piştî wê, malê wan teslîmî wan tê kirin, ew li ku bixwazin dikarin xerc bikin, kes nikare mudaxele bike. Ji ber vê yekê bi riza dilê xwe dikarin hin tiştan îkramî hevalên xwe bikin. Dema hevalê we, bi riza dilê xwe tiştek da we, hûn bi dilrihetî dikarin bigrin/qebûl bikin. Di vê de tu nehzûrek runeye.

Heke hûn li ayetên jêr hûr bibin, hûn ê rindtir fêhm bikin bê ka kîjan şeklê xwarina malê kesê yetîm hatiye qedexekirin.

Sêwiyan, heta çaxa zewacê biceribînin; eger hûn hişmendiya (ruşîdbûna) wan bibinin, vêca malên wan bispêrine wan. (Gelî weliyan!) Bi destbelavî û ji tirsa ku sêwî zû mezin bibin û ew ê malên xwe ji we bistînin, malên wan nexwin! Ê zengîn be bila xwe ji malên wan dûr bigre, yê ku xizan be jî, bila bi qasî pêdiviya xwe jê bixwe. Dema we malên wan da wan, li serê du şahidan rakin. Xwedê ji aliyê hesabpirsînê ve besî we ye.” (Nîsa, 4/6)

Bê guman ew ên ku malên sêwiyan bi neheqî dixwin, ew zikê xwe bi tenê ji êgir tije dikin, jixwe paşê ew ê bikevin agirê sincirî.” (Nîsa, 4/10)

“Heta sêwî kamil nebe, -helwesteke ku bo fêdeya wî ye ne tê de- hûn nêzî malê wî nebin.” (En‘am, 6/152)