Fetwayen Kurdi
Ma divê em li leşkeriyê çawa nimêj bikin?

Ma divê em li leşkeriyê çawa nimêj bikin?

Pirs: Ez leşker im. Hin caran nobeta me pêrgî nimêja spîdeyê tê, wext derbas dibe. Ez jî bêyî ku pêlavên xwe derxim, dikim. Ma nimêja min dibe?

Bersiv: Hem di dema girtina desmêjê de hem jî di wexta kirina nimêjê de ne şert e ku hûn pêlavên xwe derxin. Di gava girtina desmêjê de hûn ê pêlavên xwe mesih bikin. Eger necaset pê ve hebe, hûn ê di erdê bidin û pîsîtiyê bixeritînin. Jîxwe me di bersiveke xwe ya din de diyar kiribû ku mirov dikare bi pêlavan nimêj bike.

Li aliyê din eger di dema nobetê, perwerdehiya leşkerî an jî di tetbîqatê de metirsiya ku dê wexta nimêjê derbas bibe derkeve holê, wê gavê hûn dikarin nimêjên xwe cem bikin. Bi taybetî jî di mehên zivistanê de ji ber van sedeman hûn dikarin nîvro û ‘esir; mexrib û eşayê li ser hev bikin. Wekî mînak eger nobeta we pêrgî dema ‘esrê hat hûn ê nimêja xwe ya nîvro û ‘esir di wexta nîvro de bikin û piştre derkevin nobeta xwe, eger di dema mexribê de nobeta xwe hat hûn ê nimêja xwe ya mexrib û eşayê di wexta nimêja eşayê de bikin. Eger nobeta we pêrgî wexta sibehê hat, ji sedema ku ev nimêj bi tenê di wextekê de tê kirin, di vê rewşê de bêyî ku hûn çekê xwe deynin erdê li cihê ku hûn li rawestiyane an jî birêde biçin bi rêya îşaretkirinê nimêja xwe bikin. Ne lazim e ku dev ji nobeta xwe berdin û di wezîfeya xwe de sistayiyê bikin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Eger hûn bitirsin, peya yan jî siwar nimêj bikin. Dema hûn ji tirsê ewle bûn, her wekî ku Xwedê ya we nidizanibû bi we daye zanîn, wisa Xwedê di bîr bînin.” (Beqere, 2/239)

Di encanê de ev dîn, dînê hêsaniyê ye. Divê mirov ji van hêsaniyan sûd wergire. Kesên leşkerî an jî polîstiyê û hwd. dikin, di edakirina îbadetên xwe de dikarin ji van rihetiyan îstifade bikin.