Fetwayen Kurdi
Ma nimêja jinan ji ya mêran cuda ye?

Ma nimêja jinan ji ya mêran cuda ye?

Pirs: Ma nimêja jinan ji mêran cuda ye? Gelo di der darê ka divê jin çawa nimêj bikin de tu hedîs hene?

Bersiv: Di berhemên hedîsê yên sehîh de di der barê ku nimêja jinan ji ya mêran cuda ye de tu hedîsek tuneye. Lê belê di kitêba Ebû Dawûd ya bi navê el-Merasîl de (berhemeke wî ji bilî Sunenê ye) hedîsek heye. Lê belê bi sedema ku ev hedîs hem di çavkaniyên saxlem de derbas nebûye hem jî ji ber ku mursel e* mirov nikare wê bi delîlî bigre. (Bnr: Nasiruddin Elbanî, Hadislerle Hz. Peygamberin Namaz Kılma Şekli, Wergêr: Osman Arpaçukuru, Stenbol 2004, rp: 315-316)

Piraniya cudahiyên di navbera nimêja jin û mêran de bi sedema alimên fiqhê derketine holê. Ew angaşt dikin ku bi saya van cudahiyan dê jin bêhtir xwe binixumîne. Wekî mînak di kitêbên fiqha Henefî de gava behsa van tiştan tê kirin; girêdana destan li ser sîngê, çemandina hindik di rukûê de, di secdeyê de dê ji mêran cuda rûnê û hwd. tê angaştkirin ku ev helwest ji bo nixumandina pîrekan munasibtir e. Bi taybetî jî dema hûn li berhema bi navê el-Hidaye binêrin, hûn ê bibînin sedemê van cudahiyan her dem bi vî awayî hatiye destnîşankirin “li enneha esteru leha/ ev, ji bo nixumandina wê munasibtir e.”

Heke em careke din vebêjin, di der barê ku jin ji mêran cuda nimêj dikin û ev jî bi sedema nixumandinê ye de tu ayet an jî hedîseke saxlem ku mirov bikaribe bi delîlî bigre tuneye.

* Hedîsa Mursel: Hedîsa ku di sedena wê de navê sehabî derbas nabe, yekî ji nesla tabiiyan bêyî ku navê sehabî bibêje yekser hedîsê ji Pêxember ragihîne…

Hedîsên mursel, di bin beşa hedîsên qels de tên nirxandin. Ev jî bi sedema ku seneda wê ne muttesil e, ango ji ber ku qutbûn tê de heye. Ji ber navê rawiyê ku hedîs ji Pêxember (s.a.w) bihîstiye nehatiye gotin û yekser ji Pêxember hatiye ragihandin bi awayê hedîsa mursel hatiye binavkirin.

Hedîsa mursel, di dîn de huccet nayê qebûlkirin. Di vê babetê de rexnegir û hafizên ilmê hedîsê tifaq kirine û di berhemên xwe de wiha gotine. Müslim, di pêşgotina berhema xwe ya bi navê Sehîh de wiha dibêje: Baweriya me û ya zanayên ilmê hedîsê ev e, hedîsa mursel nabe delil. (Subhî es-Salih, Hadis İlimleri ve Hadis Istılahları, Wergêr: M. Yaşar Kandemir, Çapa 4em, Enqere 1986, rp: 137-139)