Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare bi kincên bi resm nimêj bike?

Ma mirov dikare bi kincên bi resm nimêj bike?

Pirs: Hukmê kirina nimêjê bi cilên bi sûret çi ye?

Bersiv: Bi sedema ku çêkirina wêneyên xwedîcan di kelepora me de munasib nayê dîtin, kirina nimêjê bi kincên ku şekil li ser wan heye mekrûh hatiye qebûlkirin; lê belê hatiye diyarkirin ku nimêja bi vî awayî were kirin di cî de ye. Ango sehîh e. Lê belê divê em aşkere bikin tu ayet an jî hedîseke ku kirina nimêjê bi cilên bi sûret qedexe bike tuneye.

Di berhema el-Hidaye de di der barê kirina nimêjê bi kincên bi sûret de ev ahagî hatine dayin: Eger mirov (di nimêjê de) kincên bi wêne li xwe bike, bi sedema ku dişibe kesên pûtan hildigrin mekrûh e. Lê belê di tevahiya van rewşan de jî nimêja ku tê kirin, dema şertên pêwîst ji bo duristbûna nimêjê di xwe bihewîne, nimêj sehîh e. (el-Merxînanî, el-Hidaye, c: 1, rp: 64)

Ömer Nasuhi Bilmen jî di der barê vê mijarê de van agahiyan dide: Kirina nimêjê bi kincên bi sûret û secdekirina li ser wêneyê xwedîcan mekrûh e. Lê belê gava li ser wî kincî cilekî din li xwe bikin, di wê rewê de ne mekrûh. Her wiha tejeke ku wêneyên bi vî rengî li ser hebe, dema mirov li cihê bê wêne nimêjê bike an jî biçe secdeyê dîsa ne mekrûh e. (Ömer Nasuhi Bilmen, Büyük İslam İlmihali, “Namazların Mekruhları”, rp: 212; paragrafa 49an.)