Fetwayen Kurdi
Ma gotina “heke jin servekirî be ferîşte nakevin malê”, rast e?

Ma gotina “heke jin servekirî be ferîşte nakevin malê”, rast e?

Pirs: Mamoste, li nav malê serê me vekirî ye. Dayika min dibêje “ji ber ku serê we vekiriye, ferîşte nakevin malê.” Ma ev yek rast e?

Bersiv: Jineke Misilman divê li cem zilamên ku ji aliyê dînî ve jê re biyanî ne, serê xwe bigre. Lê belê ne lazim e ku li ba pîrekan an jî li malê li cem bavê xwe, birayên xwe, ap an jî xalê xwe, xwezûrê serê xwe bigre.

Xwedê Teala ji sûreyê Nûr di ayeta 31an de wiha ferman dike:

Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin, ji beşa ku xuya dike pê ve -ew ne tê de ye- bila xeml û zîneta xwe dernexin der. Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe. Bila xişrên xwe ji bilî mêrên xwe, bavên xwe, xezûrên xwe, kurên xwe, kurên mêrên xwe, birayên xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe, jinên digel xwe, dîlên ku di bin destên wan de ne, ji mêran jî ew ên ketî ku tu pêdiviya wan bi jinan nemaye yan jî ew zarokên ku hêj negihane ku dilê wan biçe deverên veşartî yên jinan, nîşanî tu kesî din nedin. …”( Nûr, 24/31)

Heke di der barê ji ber ku serê pîrekê vekiriye ferîşte nakevin malê de ayet an jî hedisek hebûya dê bihata gotin ku divê pîrek li malan jî serê xwe venekin. Lê belê tu ayet an jî hedîsek bi vî rengî tuneye. Jixwe ayeta li jor borî gelekî zelal û diyar e.