Fetwayen Kurdi
Ma merîşte jî mîna mirovan cengê dikin?

Ma merîşte jî mîna mirovan cengê dikin?

Pirs: Min di meal-tefsîrekê de xwend: Di ayeta 9an ji sûreyê Enfal de hezar ferîşteyên ku ji aliyê Xwedê Teala ve hatibûn hinartin bi xwe beşdarî cengê nebûne. Di şîroveya wê ayetê de tê diyarkirin ku arîkariya ferîşteyan ne fiilî bûye; bi awayê ku hêz û qawetê bide dilê bawermendan ango manewî bûye. Mamoste, hûn di der barê vê mijarê de çi dibêjin? Ma ferîşte jî mîna însanan şer dikin, an jî di vir de wateyeke mecazî heye?

Bersiv: Xwedê Teala di der barê vê mijarê de wiha ferman dike:

Bi rastî Xwedê li Bedrê digel ku hûn bêhêz bûn jî arîkariya we kir. Naxwe xwe ji (ezabê) Xwedê biparêzin da ku hûn spasiya Wî bikin.

Di wê rojê de te ji bawermendan re digot: ‘Ma ew sê hezar ferîşteyên ku Xwedê ji bo piştgiriya we şandin ne besî we ye?’

Belê, bes e. Eger hûn xwe ragirin û xwe bi sînorê Xwedê biparêzin û ew (dijminên we) jî ji nişka ve bi ser we de bigrin, Xwedê dê bi pênc hezar ferîşteyên binîşan, piştgiriya we bike.

Ev tiştê Xwedê ji we re kir, sirf ji bo ku ji we re bibe mizgînî û dilaramî. Serkeftin, her ji cem Xwedayê ʿEzîz ê Hekîm e.” (Ali Îmran, 3/123-126)

Wê rojê we ji Rebbê xwe arîkarî dixwest. Wî jî wiha ‘Ez ê di hawara we de li pey hev hezar ferîşteyî bişînim’ bersiv dabû we.

Da ku bibe mizgînî û dilê we pê aram bibe, Xwedê ev kir. Jixwe  serkeftin her ji cem Xwedê ye. Bê guman Xwedê ʿEzîz e, Hekîm e.

Wê rojê (Xwedê) xeweke sivik avêt ser çavên we, da ku we pê paqij bike û tasawasa şeytên ji we bibe, dilê we bi hev girê bide û lingên we bi cih bike ji esmanan baran bi ser we de barand.

Wê rojê Rebbê te ev peyam ji ferîşteyan dişand: Bê guman Ez bi we re me, vêca piştgiriyê bidin wan ên ku bawerî anîne; Ez ê tirsê biavêjim dilê yên ku kafir bûne. Êdî (gelî bawermendan) li stû û sertiliyên wan bixin.” (Enfal, 8/9-12)

Wekî ku ji ayetên li jor borîn bi awayekî zelal tê fehmê, Xwedê Teala ferîşte ne ji bo ku kafiran bikujin; belbî da ku ji bawermendan bibin mizgînî û dilê wan pê aram bibe şandine. Lewra jimara kafiran di cenga Bedrê de ji hezarî kêmtir bû. Heke hezar ferîşteyên hatine hinartin li stû û sertiliyên wan bixistana dê kafirek jî li ser piyan nemana. Ji ber vê yekê fermana “li stû û sertiliyên wan bixin” ya di ayetê borî de ne li ferîşteyan, li bawermendan hatiye kirin. Ango ferîşteyan, mîna mucahidan şûr di dest de ceng nekirine. Lê belê bi sedema ku li cem wan hazir bûne ji bawermendan re bûne arîşen, mizgînî û ewlehî.