Fetwayen Kurdi
Ma gotina îlahiyan digel amûrên muzîkê durist e?

Ma gotina îlahiyan digel amûrên muzîkê durist e?

Pirs: Hûn dibêjin ku lêdana amûrên muzîkê ne qedexe û heram e. Lê belê seydayên li derdora me dibêjin ku ev tişt yekcar ne rast e. Wekî mînak di van rojên me de gotinên stranên meheli tên guhertin û di bin navê îlahiyan de bi awayê stranan tên gotin. Gelo gotina van îlahiyên ku navê Pêxemberê me jî di wan de dibore û hema çi bigre dengê temamê amûrên muzîkê di wan de hene, durist e?

Bersiv: Di dîn de, di tiştan de ya esil îbahe ango helalî ye. Tiştên qedexe, bi sînor in û Xwedê Teala ev tiştên qedexe di Qur’ana Pîroz de diyar kirine, Pêxemberê me jî bi gotin û kirinên xwe bi awayekî rind ji me re bûye nimûne. Ji ber vê yekê tiştê ku Xwedê û Qasidê Wî qedexe nekiribe, desthilatî û selahiyeta tu kesî tuneye ku qedexe bike. Di der barê qedexebûna lêdana amûrên muzîkê de, ne di Qur’ana Pîroz û ne jî di Sunnetê de tu delîlek heye. ji lewra lêdana amûrên muzîkê wekî ku li jor derbas bû li eslê xwe ango bi awayê îbahe/helalîyê maye.

Bersiva pirsa we ya duyem, ew jî mubah/helal e. Lê belê, divê hûn di vê mijarê de bala xwe bidin vê xalê din: Di parçeyên ku îro bi navê îlahiyan de tên xwendin gelek xurafe hene. Heta hin jê hema çi bigre digihîjin asta şirkê. Ji ber vê yekê ev gotinên ku bi niyeta îlahiyan (û bi hêviya bidestxistina xêrê) tên xwendin û guhdarkirin mehzûr in.